ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Tebaxa 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Tebaxa 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ku li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Li ser pirsa Kurd tişta sereke ku divê mirov deyne holê,nêzîkatiya rasteqînparêz a li vê pirsê ye. Nexasim niha ev pêdivî ji her demê zêdetir girîng bûye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd tevlîhev û pirhêlî ye..Dijwariya wê ji vir tê. Mirov vê pirsgirêkê li ser beşekî dîrokê, li ser hin bûyer û diyardeyan bixwîne, mirov wê hepsî pênaseya serdestan bibe. Divê mirov hay ji vê kemînê hebe.
-Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re AKP xebatxaneyên di bin banê şaredariyên DBP’ê yên xespkirî de qezenca wan diyarî alîgirên xwe dike.
- Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz têkildarî mayîndekirina Rewşa Awarte axivî û got ku, “Waliyên super ên niha, waliyên salên1990’î yên Rewşa Awarte tînin bîra me.”
- Li Wanê piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê hejmara penaberan zêdetir bûye. Her roj bi sedan penaber ji Termînala Otobusan a Wanê bi awayekî derzagonî ji bajarên din re tên şandin.
-Prof. Dr. Gerhard Trabert diyar kir ku ji ber ambargoya li ser Rojava derman tune û ragihand ku gelek zarok bi nexweşiya anemiya Behra Spî ketine.
-Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya ÎHD’ê parêzer Abdûllah Zeytûn têkildarî revandina mirovan a di demên dawîn de got ku, “Bi rêya saziyên wekî ya me, divê kes rewşa xwe bîne ziman û li ser zemîna zagonî û hiqûqî li mafê xwe bigere. Ji ber ku ev destgîrkirinên derzagonî tê wateya êşkenceyê.”