ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bû mijara manşetê ya rojnameya L'Humanite. Rojnameyê ragihand, rojnamevan û doktorên li Tirkiyeyê dan pey mijarê hatine girtin.

- Defend Kurdistan diyar kir ku li dijî çekên kîmyewî, piştgiriya bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de di asta navneteweyî de zêde bûye û ji bo xurtkirina vê piştevaniyê banga rêxistiniyê kir.

- YRK'ê agahiyên li ser nasnameya şervanê xwe Serhed Rojava eşkere kir ku li herêma Asosê di 29'ê Cotmehê de bi êrîşa balafira bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk şehîd bû.

- Fermandara yekîneya bi tevgera Ronahî Devrîm û ruhê serhildêr ê Zapê Denîz Reş a ku çeka xwe ya sekvaniyê timî bi xwe re digerand.