ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ku li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êzîdiyên Efrînî gotin dagirkeriya li Efrînê berdewama komkujiya beriya bi çar salan a Şengalê ye û xwestin ku berpirsê dagirkeriyê Erdogan were darizanndin.

-Gola Wanê bi masiyê Încî Kefalî mîna febrîkeyeke sirûştî ye ku gelek mirov pê debara xwe dikin. Di pêvajoya qedexeya masîgiriyê de ji ber bihistiyariya gel masî pir zêde bûne.

-Serokê BATÎS’ê Metîn Burak li ser pirsgirêkên karkerên tekstîlê axivî û got, ‘’Deydarbûna karkeran li ber bîrewerbûn û rêxistiniya karkeran astengeke mezin e.’’

-Xizmên Windayan weke her roja Şemiyê îro jî wê li aqûbeta windayan bipirsin.