ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ku li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Di serî de li Ewropayê wê li çar aliyên cîhanê Qirkirina Şengalê di salvegera çaran de bi çalakiyên girseyî bê protestokirin.

- Beriya niha bi 4 salan li pêş çavên tevahiya cîhanê li Şengalê komkujî hate kirin. Piştî komkujiya ku çeteyên DAÎŞ'ê bi hezaran Êzidî kuştin, gelê Şengalê YBŞ/YJŞ ava kir û bersiv da komkujiyê.

- Êzidiyên ku ji êrîşa DAÎŞ'ê ya li Şengalê rizgar bûn û xwe li Elmanyayê girtin, di nava metirsiya întiharê de ne. Mehên dawî nêzî 20 ciwanan întihar kirin.

- Şaredarên Bajarên Mezin ên Koln, Dusseldorf, Potsdam, Wûppertal û Stûttgartê ji Serokwezîr Merkel de nameyeke hevpar nivîsandin û ji bo penaberên li Derya Spî hatine rizgarkirin gotin, "Em ê wan bigirin."

- Gerîlayên ku 4 salan li Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kirin gotin, li dijî êrîşeke gengaz ew amade ne careke din Şengalê biparêzin.

- Yek ji berpirsyarên PADÊ yê Silêmaniyê Şêx Cemal Qasim got, "Li kampên koçberên Êzidî yên di bin desthilata PDK’ê de ferman bi şêwazekî nû didome."