ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Li gel hişyariyên hikumeta Berlînê jî siyasetmedarên desthilatdariya AKP-MHP'ê di nava sê mehên dawî de li Elmanyayê herî kêm 100 civîn lidar xistin.

- Gerîlaya YJA Starê Adar Argeş ku cihê xwe di berxwedana Zapê de girt û heta kêliya dawî li ber êrîşên dagirkeriyê rabû, di hevpeyvînekê de gotibû, "Dijmin wê li hatina Zapê poşman bibe. Çi dibe bila bibe em ê wan ji vê xaka pîroz derxînin."

- Li Kobanê biryardariya li ser berxwedanê û banga seferberiyê ya Îmraliyê sînor çawa ji holê rakir û çar parçeyên Kurdistanê çawa gihand hev? Axaftina Erdogan a li bajarê ku DAÎŞ'ê ji xwe re weke rêgehek bi kar dianî, hêrsa li qadan çawa zêde kir?

- Eyaz Yûsif û Erdewan Zaxoyî ku beriya 37 salan hatin qetilkirin, bi stranên xwe û bi têkoşîna ji bo azadiyê ya gelê Kurd li herêma Behdînanê bûn du dengên nayên jibîrkirin û cihê xwe di dîroka Kurdistanê de girtin.

- Civata Giştî ya 12'emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi beşdariya hevserokên Giştî yên HDP'ê pêk hat.