ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok destnîşan kir ku gerîla tola dîrokî ji dijmin hiltîne û got, "Potansiyela Tevgera Azadiyê hîn bi temamî neketiye dewrê. Dema ku me ev kir, em ê hingî koka dewletê biqelihînin."

- Gerîlaya YJA Starê Delal Amed destnîşan kir ku ew ê qîma xwe tenê bi berxwedanê nînin, di heman demê de ew dixwazin dijmin bişikînin, têk bibin.

- Leşkerên Tirk ên li qada 'Kevirê Kun' a li Şikefta Birîndara asê mane, ji tirsa gerîla xwe vedişêrin. Erzaqa ku bi helîkopteran jî tê, ji neçarî bi werîsan ber bi xwe ve dikişînin.

- Şêniyên Amedê nerazîbûn nîşanî bihabûna kirê dan û gotin, "Di nava vê bihabûnê de jiyan gelekî zehmet e. Em nizanin bê çi bikin."

- Pêkhateyên Kurd û Ereb ên herêma Kobanê wiha gotin: “Armanca dewleta Tirk a herî mezin tunekirina Kurdan e, lê bi saya zarokên me QSD wê dewleta Tirk têk bibe.”