ROJEVA 27'Ê GULANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Bombeyên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî yên artêşa Tirk a dagirker hatin desteserkirin ku li dijî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hatin bikaranîn.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, rêveberiya AKP-MHP-Ergenekon di siyaseta xwe ya tasfiye û qirkirinê de li bin guhê berxwedanê ket, lewma di Doza Kûmpasê ya Kobanê de cezayê ku plan dikir nekarî bibire.
Pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Marco Sassoli diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê binpêkirina PMME ye û got, "Ewropa ya ku serî li ber gefên Tirkiyeyê tewandiye, li pêşberî tecrîdê bêdeng dimîne. Berpirsyariya vê tecrîdê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye."
Dayika girtî Afîfe Kartal got, "Ji bo xaka xwe, ji bo girtiyên xwe em dakevin qadan. Dema ku em rabûn ser piyan tiştek nîne ku em bi dest nexînin. Em rabin ser piyan em ê tecrîdê bişikînin."