ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan diyar kir, Kurdên ku ji bilî mirinê tiştek jê re rewa nayê dîtin, divê sînoran daneyne pêşiya xwe û got, "Eger ew carekê li me dixe, divê em du caran lê bixin. Bi têkoşîneke wiha em ê karibin dest û milê dijmin bişikînin."

Artêşa Tirk û çeteyên wê ku 23'ê Nîsanê dest bi operasyona dagirkeriyê kir, nêzî 5 meh in bênavber êrişê dibin ser xelk û xwezaya Kurdistanê. Artêşa Tirk ku li berxwedana gerîla qewimî, li xwezaya Kurdistanê hatiye xezebê.

Îbrahîm Durmaz (Haci) bavê çar zarokan bû, beriya 1980´yî ji bo kar berê xwe da Elmanyayê. Li wir tevlî nav refên Têkoşîna Azadiyê bû û bû yek ji fermandarên Pêngava 15´ê Tebaxê. Wêneyekî Egîd (Mahsum Korkmaz) ku tê de ew jî xuya dike, di bîra miletê Kurd de cihê xwe çêkir.

Li paytexta Brezîlya Brasîlîayê, gelê xwecihî bi kumikê xwe yê ji perê çûkan, bi kincên xwe yên gelêrî, Serokdewlet Jaîr Bolsonaro şermezar kir.

Li gorî raporeke saziyên alîkariyê yên navneteweyî, ji ber ziwatiyê dibe ku li Sûriyeyê zêdeyî 12 milyon mirov ji ava vexwarinê û elektrîkê bêpar bimînin.