ROJEVA 24'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Adara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Adara 2019'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê darê wê were şopandin.
- Malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê ji Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê re name şandin û diyar kirin, eger tiştek bi berxwedêran bê wê Konseya Ewropa û CPT ji ber xemsariya xwe berpirsyar bin.
- Sebahat Tûncel ku di greva birçîbûnê de ye got, "Bila gumana kesî jê tine be; grevên birçîbûnê yên li zindanan û li derve zorê didin desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê."
- Alîkarê Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Ûzûner diyar kir ku divê êdî gilî û gazin ji "dizîtina dengan" neyê kirin û ji bo xwedîderketina li dengan bang kir.
- Serokê Şaxê Edeneyê yê ÎHD'ê Îlhan Ongor diyar kir, ji bo Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ne bang li rêxistinên mafên mirovan hemûyan kir ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.
- Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê wê bê şopandin.