ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Agahiyên destpêkê yên li ser êrişa li girtîgeha Hesekê, beriya bi çend mehan ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve hatibû dayin. Erdogan 11'ê Cotmeha 2021'ê, şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê weke 'hêzên çalak ên li qadê' pênase kiribû.

- Akademîsyenê Swîsreyî Ueli Maeder ku xwediyê Xelata Eric Fromm e, diyar kir ku divê PKK ji lîsteya 'rêxistina terorê' ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin û got, bi têkiliya li ser bingeha rast pirsgirêk dikarin bêne çareserkirin.

- Girtiyê siyasî Cahît Abûkan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê ye, tevî ku cezayê lê hatiye birîn qediya ye jî nayê berdan.

Şîrovekarê siyasî yê Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd diyar kir ku hebûna PKK’ê ya li lîsteya ‘terorê’ li gorî berjewendiyên dewlet-netewe û sîstema kapitalîst e û got: "Mayîna PKK’ê ya di lîsteyê de tê wateya pêşîgirtina projeya çareseriyê ya PKK’ê ku ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê daniye."

- Rûspiyê eşîra Qebîla El Zubeyid Raxib El Faris diyar kir ku êrişa li ser girtîgeha Hesekê û êrişên dewleta Tirk ên heman demê yên li ser herêmê nîşan didin ku komployek ji derve hatiye amadekirin û armanca wê jî têkbirina ewlehiya herêmê ye.