ROJEVA 22'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Adara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Adara 2019'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Karên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê bên şopandin.
- DAÎŞ ku piştî derkete holê her devera ku berê xwe dida wê dagir dikir û dewlet jî nikarîbûn li ber bisekine, derba destpêkê li Kobanê xwar. Kobanê ji bo DAÎŞ'ê bû destpêka bidawîbûnê.
- Behçet Şîmşek diyar kir, divê ji bo kurê wî yê di greva birçîbûnê de ye û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan tavilê tiştek bê kirin û got, "Em êdî bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê."
- Koçak ê li Cenevreyê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, Newroz li gelê Kurd û hevalên xwe yên berxwedêr pîroz kir û got, "Çalakiya hevrê Zulkuf biryardariya me ya ji bo bidawîkirina tecrîdê mezin kir."
- Gelê Dîgor xwe amade dike ku dagirkeriya qeyûman bi dawî bike û ji nû ve şaredariya xwe bi xwe bi rê ve bibe.
- Nûçegihan Sara Xwînda diyar kir, şehîda çapemeniya azad Nûjiyan Erhan kedkareke çapemeniyê ya durust bû ku tevî nebûna derfetan û zehmetiyan jî bêrawestan dixebitî.
- Dr. Hagen Ernstbrunner serdana berxwedêrên greva birçîbûnê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ên li Viyanayê kir û got, wê ji niha û pê ve her du çalakgeran bi rêk û pêk kontrol bike.