ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
Li Kurdistanê û Tirkiyê rojevên ku derketine pêş.
Li Kurdistanê û Tirkiyê rojevên ku derketine pêş.
Bertek û geşedanên piştî êrîşên li ser Şengalê wê werin şopandin.
-Êrîşên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser qadên Metîna û geşedanên têkilî vê wê werin şopandin.
-Endama Konseya Hevseroktiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta: Dewleta Tirk bi peymana 9'ê Cotmehê ya li ser Şengalê ku di nav de PDK jî heye êrîşê tîne. Bi peymana 9'ê Cotmehê dixwazin vîna gelê Êzîdî bişkînin.
-Berdevka Rêveberiya Xweser Emîne Osê diyar kir dewleta Tirk bi êrîş, girtina deriyan, qutkirina avê û guherîna demografîk sûcê mirovahiyê dike û got tohmet li ser hêzên navnetewî jî heye.
-Hevseroka MEB-DER'ê Şîlan Kan got zimane Kurdî divê li nav sazyan û civakê bibe zimanê fermî û di jiyana rojane de were bikaranîn.
-Êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Şengalê wê li Ewropayê werin şermezarkirin.
-Xizmên windayan weke her şemiyê vê şemiyê jî wê li aqûbeta xizmên xwe bipirsin.