ROJEVA 21'Ê SIBATA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Sibata 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Sibata 2018'an.
Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên li darxistin wê bên şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê werin şopandin.
- Siyasetmedar û rewşenbîrên Yewnan li ber êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê rabûn û gotin, "Em bi gelê Kurd ê berxwedêr re ne. Divê raya giştî ya navneteweyî li pêşberî vê êrîşê bêdeng nemîne."
- Zimanzan Samî Tan got, înkar û asîmîlasyon ji bo Kurdan ne tiştekî nû ye, lê Kurd xweş bi berxwedanê zanin û diyar kir, zextên tekparêz û nîjadperest wê bi ser nekevin.
- Derhêner Halûk Unal bi rêya dokûmantera bi navê "Jiyan" qala şoreşa jinê û peymana civakî ya li Rojava dike. Gala dokûmanterê wê 8'ê Adarê li Efrînê were kirin.