ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala çarçoveya karê pirtûka 'Vejîna li Welatê Rojê' ya Saît Uçlu û Îrfan Guler kir.

Kahraman Hesekê ku pîvanên welatparêziyê û karakterê şoreşgerî yê Rojava bi xeta milîtaniya fedayî re kir yek û demeke dirêj têkoşiya, daxwazeke mezin a têkoşînê ji dilxwazên azadiyê yên vê serdemê re hişt.

Hingivê Colemêrgê ku dermanê her derdî ye, di nava şert û mercên giran de tê hilberandin.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Meksîkayê her roj bi dehan jin û zarokên keç têne kuştin.