ROJEVA 20'Ê SIBATA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Sibata 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên li darxistin wê bên şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê werin şopandin.

- Efrîn ku Erdogan bi gotina "mîrateya Osmanî" hewl dide dagir bike, di tevahiya dîrokê de ji bo mirovên ji zilma dewleta Tirk reviyane bûye stargehek. Navçeya Mabeta jî bûye stargeha Kurdên Elewî yên Qirkirina Ermeniyan û Qirkirina Dersimê rizgar bûn.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan tevlî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û got, "Mêtingeriya Tirk naxwaze vê rastiyê bibîne. Ya rast, dibîne lê naxwaze li xwe mikur bê. Cîhan dibîne, ew jî naxwaze mikur bê. Bi derewan têkçûna xwe dinixumîne."

- Zanyara ziman Prof. Necmiye Alpay got, ji destpêka damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve tevî zext û polîtîkaya asîmîlasyonê jî zimanê Kurd serketineke mezin bi dest ve aniye.

- Piştî sendîkayên ku bi milyonan karkeran temsîl dikin, yek ji sendîkayên sereke yên madenê yên Brîtanyayê Durhan Miners Association jî ragihand ku wê tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan bibe.

- HPG'ê van çend rojên dawî li dijî artêşa Tirk a li girê Kanîreş ê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê operasyoneke berfireh kir û bi vî rengî nîşan da ku wê dema bê şerekî çawa bimeşîne.

- Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê dan û gotin, "Sivîl tên kuştin. Bila êrîş tavilê bên rawestandin. Divê gelê Tirk jî li hemberî êrîşan bêdeng nemîne."