ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Prof. Robert Phillipson tundiya ku dewleta Tirk bi salane li Kurdan dike weke 'terora dewletê' pênase kir û got, "Her ku erka hikumeta AKP-MHP'ê xurt bû, rûniştina wan a li dora maseya danûstandinan zehmet e."

- Bi diyarkirina sînorê dewletê re, komplo li serê Kurdan gerandin. Dema ku ev komplo li dijî yekparebûna Kurdan pêk anîn, hesabên sedsalan ên piştre kirin. Ev komplo ji bo Kurdan destpêka fermana qirkirinê ye. Ji analîzên Abdullah Ocalan.

- Girtiyê nexweş Kazim Karataş ê 59 salî, ku nêzî 30 sal in girtî ye, rewşa wî ya tenduristiyê nebaş dibe.

- Seroka Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yenîgun Çagla Yolaşan bi bîr xist ku du sal in agahî ji Gulîstan Dokû nayê girtin û di lêpirsînê de gavek nayê avêtin û destnîşan kir ku ev yek ji kuştin û mirina bi guman a jinên din cuda nîne.

- Çalakiyên şermezarkirinê yên ji ber salvegera 4'an a dagirkirina Efrînê wê werin şopandin.