ROJEVA 19'Ê SIBATA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Sibata 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Sibata 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên li darxistin wê bên şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê werin şopandin.
- Dîrektorê navneteweyî yê mezintirîn sendîkaya karkeran a Brîtanyayê Unite the Union Sîmon Dûbbîns got, helwesta wan a li dijî dagirkirina Efrînê wê bidome.
- Tank, top û balafirên şer 9 rojan bombe li Qestel Cîndo barandin. Tenê sê şervanan li gel vê bomberdûmana giran gir diparastin. Ozgur, Îmad û Canfeda. Li hemberî wan artêşa NATO'yê hebû. Her berxwedan lehengên xwe diafirîne. Her lehengî ne tenê dibin berxwedan, her wiha dibin parçeyek ji dîroka gelê berxwedêr a ji nû ve tê nivîsandin.
- Li Elmanyayê zanyar, hunermend, hiqûqnas, nûnerên partî û sendîkayan li hev civiyan û Însiyatîfa Aştî û Demokrasiyê ya ji bo Efrînê ava kirin. Însiyatîfê ji civaka navneteweyî xwest ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ji bo Efrînê bikeve nava liv û tevgerê. Însiyatîf wê 3'ê Adarê xwepêşandaneke girseyî li dar bixe.
- Dokûmantera "The Lagendery of a Ugly King" a li ser Yilmaz Guney, di Berlînale ya 68'emîn de hate nîşandan.