ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Tebaxa 2019'an.

- Endama komîteya Navendî ya PKK'ê Hemrîn Dersim bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û got, "Gelê Rojava wê destketiyên xwe û xwe li dijî dewleta Tirk biparêze."

- Qeyûmê rejîma AKP'ê tevî ku Şaredariya Cizîrê xiste bin 260 milyon lîreyî deynan, malên şaredariyê yên bi milyaran lîreyî radestî saziyên dewletê kir.

- Li Navenda Hunerê ya Akeshus a li paytexta Norwêc Osloyê, berhemên hunemenda Kurd Gelawesh Weledkhan ên der barê zarokên Efrînî û kampên li Şehbayê tên nîşandan.

- Li Hong Kongê li dijî hişyariyên destwerdana leşkerî ya Çînê xwepêşandanên bi beşdariya bi deh hezaran kesî didomin. Tê payin ku îro jî gelek xwepêşandanên mezin pêk werin.