ROJEVA 18'Ê SIBATA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Sibata 2018'an.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê kete roja 30'î. Êrîş û bomberdûmana ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê kirin, bê navber didome. Tevî vê yekê jî nikarin li pêşberî QSD û YPG'ê bi pêş ve biçin. Bûyerên dawî wê bên şopandin.

- Lêkolîna li ser bikaranîna gaza bi jehr a ku dewleta Tirk a dagirker roja Înê li Efrînê bi kar anî temam bû. Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê wê îro li gorî dema herêmê saet 12:30'î daxuyaniyekê bide.

- "Kurte dîroka" Berxwedana Serdemê ya mehekê. Rewşa dawî ya li eniyên berxwedanê yên li Efrînê nîşan didin ku berevajî îdîa û propagandaya dewleta Tirk, hêzên dagirker li Efrînê bi pêş ve neçûne.

- Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di salvegera 19'an de ye li gelek welatan tê şermezarkirin.

- Navenda Enformasyonê ya Berxwedana Efrînê (Information Center of the Afrin Ressitance) Berxwedana Serdemê bi 5 zimanan ji cîhanê re radigihîne.

- Koma parlamentê ya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) bang li hikumeta federal kir ku li ber dagirkirina Bakurê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve rabe.

- Wezîrê Parastinê yê DYA Jîm Mattîs diyar kir ku ew dixwazin êrîşa bi sedan leşkerên Rûs ên bi pereyan şer dikin a li dijî QSD'ê lêkolîn bikin. Mattîs got, ew bi guman e ku "250-300 leşkerên bi pereyan şer dikin bi însiyatîfa xwe êrîşî kiribin."

- Bavê Îdrîs Başaran ku girtiyekî nexweş e Mehmet Emîn Başaran got, kurê wî û hevalên wî yên li qewîşê ev 5 roj in li qewîşeke vala neçar tên hiştin ku li ser beton razên.