ROJEVA 15'Ê TEBAXÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Tebaxa 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Tebaxa 2019'an.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 35'an a 15'ê Tebaxê, salvegera yekemîn a şehadeta Zekî Şengalî û Atakan Mahîr peyamek weşand. Kalkan got, "Em ê hîn bi xurtî şer bikin û serketinên mezin biafirînin."
- Beriya 19 salan balafirên şer ên Tirk li Kendakolayê komkujî kir. Hikumetên Iraqê û Kurdistana Federal ku li pêşberî kuştina 42 sivîlan bêdeng man hîn jî bêdeng in.
- Bi bahaneya kuştina berpirsyarê îstîxbarata Tirk li Hewlêrê, bû mehek ku ambargoya li dijî kampa penaberan a Mexmûrê didome. Ambargo bandoreke giran li jiyana rojane dike.
- Li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Koma Lêkolînê ya Kongoyê, li herêma Kîvû ya Komara Kongo ya Demokratîk, ku zêdeyî 130 komên çekdar lê hene di nava du salan de 1900 sivîl hatin kuştin.
- Ji bo wergirtina tedbîrên li dijî zindiyên li ber tinebûnê ne, li Cenevreyê wê civîneke navneteweyî pêk were. Tê gotin ku bi dehan pêşniyar wê bên nîqaşkirin.