ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Tebaxa 2019'an.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxê kok e" û diyar kir, li Kurdistanê wêrekiya ji bo têkbirina dijmin û pîvanên jiyana nû afirand.

- Endamên Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-Jin) diyar kirin, aştî jî hebe êrîş jî hebe ew her tim amade ne xaka xwe biparêzin.

- Karkerên çandiniyê yên demsalî ku dûrî cih û warê xwe dixebitin, neçar tên hiştin ku saetên zêde bi buhayekî kêm bixebitin. Yek ji van karkeran jî mezûna zanîngehê Mevla Yildiz e.

- Koma muzîkê ya gerîla Awazê Çiya vê carê ji bo strana 'Ji çiyê ber bi deryayê ve' klîbek amade kir.