ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Tebaxa 2019'an.

- Ji fermandarên efsanewî yê HPG'ê endamê Konseya Fermandaran Atakan Mahîr ji aliyê hevrêyên xwe ve hate vegotin. Firat Cesûr ê HPG'î û Sema Gabar a YJA Starê bal kişandin ser kesayetiya komunal û civakî ya Atakan Mahîr.

- Ji bo şervanên enternasyonalîst ên li Rojava şehîd bûn li bajarê Saînt-Îmîer ê Swîsreyê li qada Mont-Soleîlê ku weke diyarê tevgerên anarşîst ên navneteweyî tê naskirin, wê şitlê daran bên çandin.

- Hevşaredar Cîhan Karaman û Humeyra Armût ên li Şaredariya Colemêrgê piştî serdema qeyûm dest bi kar kirin, diyar kirin ku wê ji bo gel bênavber bixebitin.

- Çalakgerên vê hefteyê yên nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê sê Kurdistaniyên ji bajarê Giessen ê Elmanyayê ne.

- Tûra danûstandinan a heyştan a navbera DYE û Talîbanê ku li bajarê Doha yê Qatarê pêk hat, bêyî lihevkirinê bi dawî bû.