ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê bandor li çar parçeyên Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn kiriye û got, "Ruhê 15'ê Tebaxê timî zindî ye. Ruhê azadî û demokrasiyê ye."

- Ji bo Bişeng Garan a 11 salî ku li Cizîrê ji aliyê artêşa Tirk ve hate kuştin, 30 hezar TL pereyê xwînê hate pêşniyarkirin. Malbata Garan ev pere qebûl nekir û got, "Em ê heta mirinê li dû doza xwe bin."

- Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Şiyar Amed ji bo Pêngava 15'ê Tebaxê got, ruhê berxwedanê yê hemû mirovahiyê ye.

- Hinek ji malbatên Efrînê, ji bo mal û zeviyên wan neyên desteserkirin piştî dagirkirinê vegeriyan Efrînê. Lê belê ji ber zilm û zordariya leşker û çeteyên dewleta Tirk neçar man careke din cih û warê xwe biterikînin.

- Hejmara penaberan a li Kurdistanê dema dawî gelekî zêde bû. Bi rêya penaberên ji derve tên anîn hewl tê dayin demografiya bajarên Kurdan bê guhertin.

- Serçete Bahattîn Aktûg ku 29 sal in li Basayê serokê şaredariyê ye, hemû xizmên wî di saziyên dewletê de ne. Malbata Aktûg li navçeyê temsîla dewleta Tirk dike.