ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Tebaxa 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Tebaxa 2019'an.
- Malbatên şehîdan ku ji bo avabûn û parastina Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdêlên giran dan, diyar kirin ku ew naxwazin rejîma Tirk li xaka wan bin.
- Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Yûsûf Çakas der barê pirsgirêka girtiyên nexweş axivî û got, Divê mirov li şûna polîtîk bi rengekî hiqûqî û exlaqî li meseleyê binerin. Dema ku nêzîkatî bi vî rengî be wê hingî pirsgirêk çareser bibe."
- Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek weşand û bang kir, ku çeperên têkoşîna azadiyê bên dagirtin.
- Hêzên rejîma Sûriyeyê li herêma Îdlibê ku li bakur rojavayê Sûriyeyê ye bi pêş ve diçe. Cara yekemîn e ku bajarokekî stratejîk kontrol kir û ber bi Han Şeyhûnê ve bi pêş ve diçe. Di şerê Yekşemê de herî kêm 61 kes mirin.