ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat got, "Divê CPT û Konseya Ewropayê bên teşhîrkirin ku xwe li pêşberî êşkenceyê ker kirine."

- Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî êrîşên dewleta Tirk bi heman e li Lêlîkanê li ber xwe didin. Baran Erdalan ku yek ji van gerîlayan e got, li Lêlîkanê şer ji bo rûmetê tê kirin.

- Ji fermandarên herêma Bradostê Sînor Rojhilat diyar kir ku ruhê 15'ê Tebaxê ruhê hevgirtinê li nava jinan afirand û got, "Li dijî polîtîkayên tinekirinê yên sîstema kapîtalîst divê em hebûna xwe biparêzin."

- Kesên ku li Wanê ji kar hatine avêtin û serî li Komîsyona Rewşa Awarte dane, daxwazên wan ji aliyê komîsyonê ve bi îdîaya "daneyên îstîxbaratî" nayên qebûlkirin.

- Kasim Engîn: Karakterê çewt ê ku mêtingerî-dagirkeriyê li ser gelê me ferzkirî, bi saya 15'ê Tebaxê hatiye parçekirin, rakirin.

- Gerîlayên HPG'ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê axivîn û gotin, "Ruhê hevrê Egîd ji bo me mînak e ku Serokatî fêhm kir û bîrdoziya wî xist meriyetê. Em wî ruhî ji xwe re esas digirin. Em ê li ser şopa wî bin."

- Li dijî populîzma rastgir ku li Elmanyayê zêde bûye, bi pêşengiya Seroka Koma Partiya Çep Sahra Wagenknecht tevgereke nû ya çep rû da. Tevgera bi navê "Rabe ser piyan" li ser înternetê dest pê kir û di hefteya destpêkê de 50 hezar kesî destek dan tevgerê.