ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2018’AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11’e Tebaxa 2018’an

-Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

-Li Bakurê Suriyê operasyonên li dijî DAÎŞ’ê û geşedanên bi vê re têkildar wê werin şopandin.

- Li girava Îmralî sûcekî cîhanî tê kirin û hemû saziyên navnetewî bêdeng dimînin. Mînak CPT divê biçe bibîne lê naçe. Di encama zextan de dema ku diçe vê carê encaman bi raya giştî re eşkere nakin....

- Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Amedê Mehmet Şerîf Çamci got civak bi tecrida li ser Ocalan were bêdengkirin û got, ‘’Tecrîd veguherandin amûra qirkirina civakê ye’’.

- ‘’Kê cesaret kir ku Rojbîn bikuje?’’. Bi vê pirsê dest pê dike çîroka 50 wêneyî..

-Fermandara YJA-Starê Dersim derbarê pêngavva 15’ê Tebaxê axivî û got, ‘’Heval Egît ne tenê leşkerî, xeta serkeftin, berxwedan û dilsoziya bi Rêbertî re ye’’.

- Li pişt helwesta lîstikvanê alîgirê Erdogan Mesût Ozîl ku gotî ‘’Federasyona futbolê ya Elman nîjatperestiyê li min dike’’ hikûmeta Tirk derket. Rêveberê TFF’ê Servet Yardimci got, ‘’Biya min 2024’an li şûna Elmanya wê bidin me."