ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze 'kilîdê' li Zapê veke, bi vî rengî bikeve hemû qadan û piştre jî hilbijartinê pêk bîne. Karasû got, "Lê vê carê li bin guhê berxwedana gerîla ketin. Ji hev ketin. Lewma êrişî her kesî dikin û her kesî sûcdar dikin."

- PAJK'ê diyar kir ku gerîlayên jin li her çeperê û her bihosta xaka Kurdistanê di asta pêşengiyê de tevlî dibin û gerîlayên YJA Starê pîroz kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî nîşan didin.

- Gerîlayên HPG û YJA Starê ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi rengê fedaî li ber xwe didin, diyar kir ku ew bi bawerî li ber her cûre êrişê radibin û gotin, "Gelê me û dostên Kurdan divê bi gerîla re bibin yek û şerê gel ê şoreşgerî bi ser bikeve."

- Endamên Heyeta Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê hunermenda Fîlîpînî Jûn Satûray, Berdevkê Enternasyonal a Pêşverû Danîel Kopp û Serokê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli nêrîn û çavdêriyên xwe bi ANF'ê re parve kirin.

- Li Wanê, beriya mîtînga ku Tayyîp Erdogan lidar bixe, li karmend û karkerên li saziyên dewletê dixebitin, cerdevan û malbatên wan hate ferzkirin ku divê tevlî mîtîngê bibin.

- Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê bandoreke neyînî li sîstema tenduristiyê û sektora dermên kir. Ji ber zema zêde ya li dermên hate kirin û dermanên nayên peydakirin, dermanfiroş bêderman man.