Rêxistina HDP'a Stenbolê: Ji tiştên biqewime desthilatdarî berpirsyar e

Rêxistina HDP'a Stenbolê têkildarî serbest berdana Muhammed Eren Sutçu yê bi çek û kêrê êrîşî avahiya HDP’ê kir, daxuyanî da û diyar kir ku ji hemû êrîş û tiştên biqewîme re desthilatdarî berpirsyar e.

Muhammed Eren Sutçu yê bi çek û kêrê li Stenbolê êrişî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevlerê kiribû, piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat kirin. Dozgeriyê, piştî îfade wergirt, Sutçu ji sûcê “Gef xwarin û birîndar kirinê” bi daxwaza girtinê sewqî 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê kir. Dadgehê jî Sutçu berda. 
Rêxistina HDP'a Stenbolê têkildarî serbest berdana Muhammed Eren Sutçu yê bi çek û kêrê êrîşî avahiya HDP’ê kir, daxuyaniyek nivîskî da. 

'ÊRÎŞKAR TÊN PARASTIN'

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku der barê Sutçu pêvajoya hiqûqê neketiye dewrê û berovajî vê êrîşkar hatiye parastin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di dema destgîrkirinê de  li midûryeta polîsan agahî ji parêzeran re nehatiye dayîn û ev tişt hate gotin: "Diviya Sutçu ji "Hewldana kuştinê" bi hata darizandin lê belê tenê  "Bi gefa çekê" hatiye darizandin. Ev tê wateya ku Sutçu ji aliyê hîn kesan ve tê parastin."

‘DESTHILATDARÎ BERPIRSYARÊ HEMÛ ÊRÎŞAN E'

Rêxistina HDP'a Stenbolê serbest berdana Sutçu weke skandal bi nav kir û got: "Weke berî niha dîsan hiqûq ketine dibin piyan. Erîşên li ser partiya me rewa dikin. Ev partî partiya sêyemîn ya Tirkiyeyê ye. 6 milyon mirovî deng daye vê partiyê û bi milyonan kes endamê vê partiyê ne. Desthilatdariya ku li hemberî  êrîşên li ser partiya me polîtîkayên bêcezatiyê de isarar dike. Li hemberî hemû êrîş û tiştên ji niha vir de biqewime de desthiladarî berpirsyar e."