Di kampanyaya îmzeyê de ku ji Elmanyayê Nivîskar-Helbestvan Abbas Samakar û Ji Swêdê Rojnamevan-Nivîskar Bahram Rahmanî pêşengiya wê dikin, gelek rojnamevan, rewşenbîr û nivîskarên jig elek welatan cihê xwe girtin.
Rojnamevan-Nivîskar Bahram Rahmanî ji ANF’ê re got ku rejîma AKP’ê û Erdogan ji bo rejîma demokratîk a li Rojava tine bike û rêveberên PYD’ê krîmînalîze bike, ji bo rawestandina pêşveçûyina Tevgera Azadiya Kurd serî li derew û îftîrayan dide, ew ê jî wek rewşenbîrên Îranî li beramberî vê bêdeng nemînin.
Rahmanî bal kişand ser Şoreşa Rojava û divêtiya piştevaniya Tevgera Azadiya Kurd, bang li tevahî rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan kir ku li dijî hewldanên dewleta Tirk ên zext, qetlîam û krîmînalîzekirina Tevgera Azadiya Kurd rabin û tevlî kampanyaya wan bibin.
Yên dixwazin kampanyayê xurt bikin dikarin li ser vê navnîşanê xwe bigihînin Rahmanî: [email protected]