Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Çetîn her nebaş dibe!
Hikumxwar Çetîn ê ji sedî 73 ji mejî ve astengdar e, ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê tê ragirtin, bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne. Çetîn li benda rapora Saziya Tipa Edlî ye.
Hikumxwar Çetîn ê ji sedî 73 ji mejî ve astengdar e, ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê tê ragirtin, bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne. Çetîn li benda rapora Saziya Tipa Edlî ye.
Hikumxwar Çetîn ê ji sedî 73 ji mejî ve astengdar e, ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê tê ragirtin, bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne. Çetîn li benda rapora Saziya Tipa Edlî ye. Parlamenterê HDP'ê Olûç diyar kir ku ew ê rewşa girtiyê nexweş Çetîn bixin rojeva xwe. Hevseroka TAYD-DER'ê Bîrlîkler jî ji bo Çetîn banga hişyarî û hestiyariyê li raya giştî kir.
Rewşa girtiyê nexweş Hasan Çetîn ê li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê tê ragirtin, ku ji sedî 73 ji aliyê mejî ve astengdar e, roj bi roj nebaş dibe. Çetîn ê ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, ji bo rapora "li girtîgehê nikare bijî" ji Saziya Tipa Edlî werbigire serlêdan kir, lê belê heta niha bersiv jê re nehatiye dayîn. Malbatê da xuyakirin ku rewşa tenduristiya wî bêhtir nebaş bûye û bi rêya TAYD-DER Şaxê Îzmîrê banga lezgîn a hestyariyê kir.
BÎRLÎKLER: DIVÊ BI LEZGÎNÎ HIŞYARÎ Û HESTYARIYEK BÊ AFIRANDIN
Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TAYD-DER) Nerîman Bîrlîkler got, "Sîstem bi xwe, mirovan nexweş dixîne. Niha li girtîgehan bi sedan hevalên me yên nexweş hene. Piraniya van jî nikarin bi tena serê xwe bijîn. Rewşa tenduristiyê ya van girtiyan roj bi roj nebaş dibe. Yek ji van jî Hasan Çetîn e. Nema dikare jiyana xwe li girtîgehê dewam bike. Di her kêliyê de dibe ku bikeve erdê û serê xwe li cihekî bixe. Nexweşiya wî li girtîgehê lê giran bû. Her çend bi rapora astengdariyê me serlêdana saziyî û şexsî kirin jî, Saziya Tipa Edlî hînê bersiv nedaye serlêdana me. Ji bo Hasan Çetîn ê rewşa wî giran dibe, em bang li raya giştî dikin ku hişyar û hestyar be."
OLÛÇ: DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ HEMÛ BÊN BERDAN
Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Sarûhan Olûç jî ragihand ku ew ê rewşa Çetîn bixin rojeva xwe û anî ziman ku Koma HDP'ê ya Meclîsê di mijara girtiyên nexweş de xebateke cidî dimeşîne. Olûç got, "Hejmareke zêde girtiyên nexweş hene. Mijara girtiyên nexweş mijareke însanî ye. Ne rast e bibe mijara muzakereyê. Bi ti awayî nabe bibe mijara bazarê. Di serî de girtiyên bi nexweşiyên giran, divê hemû girtiyên nexweş werin berdan. Di vî warî de karê me wê dewam bike."
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Hasan Çetîn bi îdîaya ku di 30'ê Mijdara 2009'an de li Antalyayê beşdarî xwepêşandanekê bûye, di 19'ê Adara 2010'an de ku hînê 17 salî bû, li gorî benda 6. a xala 220. a TCK, bi îdîaya "tevî ku ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" hat kirin.
Li 10. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê der heqê Çetîn de doz hat vekirin û piştî demeke ragirtinê hat berdan. Darizandin jî bi awayekî negirtî dewam kir.
Di encama darizandinê de heyeta dadgehê di Gulana 2012'an de cezayê 4,5 salan ê ragirtinê li Çetîn birî. Parêzeran bi rapora Çetîn re serlêdana temyîzê li 9. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind kirin. Dihat payîn ku Daîreya Ceza biryara dadgehê betal bike, lê ceza erê kir.