Rêveberiya nû ya HDP'ê diyar bû

Rêveberiya nû ya HDP'ê û erkên wan hatin eşkerekirin

Piştî 3. Kongreya Awarte ya HDP'ê rêveberiya partiyê jî jinûve hate diyarkirin.

Di cîvina Meclîsa Partiyê de ji bo Desteya Rêveber a Navendî van kesan erk girte ser xwe:

Alîcan Onlu, Alî Kenanoglu, Ayhan Bîlgen, Aysel Guzel, Ayşe Acar Başaran, Bedîa Akkaya, Bedîa Ozgokçe Ertan, Bedrîye Yorgun, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Emîne Kaya, Fatma Kurtulan, Garo Paylan, Gulsum Agaoglu, Gunay Kubîlay, Hakki Saruhan Oluç, Hîşyar Ozsoy, Huseyîn Taka, Îlknur Bîrol, Kemal Pekoz, Murat Çepnî, Nadîr Yildirim, Nîmetullah Erdogmuş, Omer Onen, Ridvan Turan, Sevtap Akdag Karahali, Tuna Aydin, Yurdusev Ozsokmenler, Zeynep Boga, Zahîde Besî.

BELAVKIRINA ERKAN

Di civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê de her wiha erka endamên Desteya Rêveber a Navendî hate diyarkirin. Li gorî wê navên ku wê erkê bigrin ev in:

Alîcan Onlu; Alîkarê hevserokên giştî yê ji rêxistinbûyînê berpirsiyar,

Ayhan Bîlgen; Berdevkê Partiyê û alîkarê hevserokên giştî yê ji polîtîkayên civakî berpirsiyar,

Saruhan Oluç; Alîkarê hevserokên giştî yê ji çapemenî, weşan û propagandayê berpirsyar,

Ayşe Acar Başaran; Alîkara hevserokên gitşî ya ji karên hiqûq û mafên mirovan berpirsyar

Fatma Kûrtûlan; Alîkara hevserokên giştî ya ji rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî berpirsiyar,

Nadîr Yildirim; Alîkarê hevserokên giştî yê ji karên hilbijartinê berpirsiyar,

Hîşyar Ozsoy; Alîkarê hevserokên giştî yê ji karên derve berpirsiyar,

Yûrdûsev Ozsokmenler; Alîkara hevserokên giştî ya ji rêveberiyên herêmî berpirsiyar,

Huseyîn Taka; Alîkarê hevserokên giştî yê ji firehbûnê berpirsiyar,

Mûrat Çepnî; Alîkarê hevserokên giştî yê ji ekolojiyê berpirsiyar,

Sevtap Akdag Karahali; Alîkara hevserokên giştî ya ji perwerde û çand-hunerê berpirsiyar,

Omer Onen; Hesabgirê giştî,

Kemal Pekoz; Berdevkê komîsyona gelan û baweriyan,

Garo Paylan; Berdevkê komîsyona aboriyê,

Ridvan Tûran; Berdevkê komîsyona kedê,

Gulsum Agaoglû; Berdevka komîsyona koçber û penaberan,

Tûna Aydin û Emîne Kaya; Hevserokên meclîsa ciwanan,

Besîme Konca; Berdevka meclîsa jinan