Rêveberê CRA’ê Kilinç hat binçavkirin

Endamê Desteya Rêveber a Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) Ozan Kilinç hat binçavkirin.

Piştî bûyerên duh û pêr ên li Amedê qewimîn, operasyonên polîsan dewam dikin. Di çarçoveya operasyonan de endamê Desteya Rêveber a Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) Ozan Kilinç hat binçavkirin. Polîsan vê sibehê saet di 05.00’an de bi ser mala Kilinç a li navçeya Sûrê ya taxa Îskenderpaşa kolana Uçar de girtin. Polîsan li deriyê mala Kilinç ku bi malbata xwe re dimîne dan û biryara lêgerînê nîşan dan. Polîsan Ozan Kilinç û Azad Kilinç li erdê dirêj kirin û berê çekan danê.

Polîsan di lêgerînê de mal serobino kir û ji malbatê re gotin ew li çekê digerin. Di lêgerîna hat kirin de çeka ku dihat îdiakirin nehat dîtin. Kilinç ê hat binçavkirin, birin Emniyeta Polîsan  a Amedê.