Rayedarên dewleta Tirk cenazeyê Beçet revandin

Cenazeyê Ayten Beçet ku li Girtîgeha Gebze a Jinan li dijî tecrîda Îmralî çalakiya fedayî kir û şehîd bû, ji aliyê dewleta Tirk ve hate revandin.

Cenazeyê Ayten Beçet a ku li Girtîgeha Gebze a Jinan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir û şehîd bû ji aliyê dewleta Tirk ve hate revandin û ji bo bibêdengî were veşartin şandin Dîlokê.

Rayedarên dewleta Tirk ji bo ku xwedîderketina gelê Kurd ya ji bo cenazeyê Beçet asteng bikin, cenazeyê Beçet ji Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosna girtin û ji bo veşartinê şandin Dîlokê.

Malbata Beçet piştî agahî girtin vê sibê ber bi Stenbolê ve ketin rê. Tê payîn ku malbat serê sibê bigihijîn Stenbolê.