Rapora ÎHD: Çeteyên DAIŞ'ê derbasî Tirkiyeyê bûn

ÎHD'ê da xuyakirin ku ji herêma Girê Spî herî hindik 50 çeteyên DAIŞ'ê derbasî nava sînorê Tirkiyeyê bûne û hikûmeta Tirkiyeyê li aqûbeta van napirse.

ÎHD'ê da xuyakirin ku ji herêma Girê Spî herî hindik 50 çeteyên DAIŞ'ê derbasî nava sînorê Tirkiyeyê bûne û hikûmeta Tirkiyeyê li aqûbeta van napirse. Di rapora ji aliyê komeleyê ve hat amadekirin de hat ragihandin ku bersiv ji pêwîstiyên bingehîn ên bi hezaran mirovên li ser sînor sekinîne jî, nayê dayîn.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo lêkolînkirina rewşa penaberên ji Girê Spî ku piraniya wan Ereb in, çû ser sînorê Kaniya Xezalan. Heyeta ÎHD'ê li ser mijarê raporek amade kir û da zanîn ku ji 3'ê Hezîrana 2015'an dema destpêkirina bûyeran heta 16'ê hezîrana 2015'an 23 hezar 250 kes bi awayekî fermî ji sînor derbas bûne. Di raporê de hat ragihandin ku bi penaberên bi awayekî ne fermî derbasbûne re ev hejmar digihêje bi qasî 27 hezar kesî û hat destnîşankirin ku ji 3'ê heta 13'ê Hezîrana 2013'an ji bo derbasbûna koçberan pirsgirêk nehatiye derxistin, lê belê ji 13'ê Hezîranê û pê ve destûr ji derbasbûna ji sînor nehatiye dayîn.

ÎHD'ê di rapora xwe de da zanîn ku jin, zarok, extiyar, nexweş, astengdar bi hezaran mirov ji ber gumana li ser jiyana xwe herikîne ser sînor, ji pêwîstiyên xwe yên bingehîn bêpar mane û di binê germa dijwar de bi saetan hatine sekinandin. ÎHD'ê diyar kir ku ji 16'ê Hezîrana 2015'an û pê ve bi giştî 8 hezar penaber hatine qebûlkirin.

'ŞÎDET Û GEFA DAIŞ'Ê SEDEMA KOÇBERIYÊ YE'

Heyetê di rapora xwe de da xuyakirin ku penaberên ji endamên heyetê peyivîne ragihandine ku ji ber gef û şîdeta DAIŞ'ê wan koç kirine û û destnîşan kir ku piştî bajar bi temamî ket bin kontrola hêzên YPG û Bûrkan El Firat, vegera welatiyan destpê kiriye. Di raporê de hat gotin, "Bi qasî ji sedî 90 ê penaberên ji deriyê sînor ê Kaniya Xezalan hatine wergirtin Ereb in, ji sedî 10 Tirkmen in. Piraniya van penaberên Ereb li kampên li navçeya Mêrdîn Dêrikê hatin bicihkirin, Tirkmen jî ji kampên li bajarê Osmaniyeyê re hatin şandin."

Di raporê de her wiha hat ragihandin ku rojnamevanên pirs li Waliyê Rihayê kirine hatine binçavkirin û hin mirovên sivîl bi ser rojnamevanan ve çûne.

'ÇETEYÊN DAIŞ'Ê DERBASÎ NAVA SÎNORÊ TIRKIYEYÊ BÛN'

Di dewama raporê de hat gotin ku di 05'ê Hezîranê de, çeteyên DAIŞ'ê berê gel ê dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe li şûna deriyê sînor daye cihekî bê kontrol ê mayînkirî û bi vî rengî hewl dane di nava gel de derbasî Tirkiyeyê bibin û hat ragihandin ku di encama vê de bi qasî 50 çeteyên DAIŞ'ê derbasî Tirkiyeyê bûne. Di raporê de ev her du pirs hatin kirin: "Di 03.06.2015 û 13.06.2015’an de Deriyê Gumrikê yê di navbera Akçakale û Girê Spî Til Ebyad de ku vekirîbû, piştî 13.06.2015’an çima hat astengkirin? Çima çav li qelsiyên ewlekariyê yên hin kesên sîvîl provoke kirin hat girtin?"

'JI BO MEXDÛRIYETAN DIVÊ TEDBÎR BÊN GIRTIN'

Heyeta ÎHD’ê diyar kir ku piştî lêkolînê ti bersiv ji van pirsên jor re nedîtine. Heyetê da xuyakirin ku li ber sînor ligel pirsgirêka ewlekariyê mexdûriyet jî heye û aqûbeta 50 endamên DAIŞ’ê ya tê îdîakirin derbasî Tirkiyeyê bûne nehatiye lêpirsînkirin. ÎHD’ê xwest di demeke herî kurt de alîkariyên mirovî neqlî deriyê sînor ê Akçakale bê kirin, ji bo vegerê ti astengî neyên derxistin ji bo mexdûriyeta gelê herêmê bê astengkirin tedbîr bên girtin.