Qirkirina siyasî didome: Li 3 bajaran binçavkirin û girtin

Li Enqere û Sêrtê binçavkirin û li Wanê jî hevserê Hediya Atman a ku bi saxî hate şewitandin Ahmet Ataman hate girtin.

Qirkirina siyasî ya rejîma AKP/Qesrê ya li dijî Kurdan, jinan û muxalîfan berdewam dike. Li Enqere û Sêrtê gelek kes hatin binçavkirin, li Wanê jî hevserê Hediya Ataman ku li Wanê bi saxî hatibû şewitandin, Ahmet Ataman hate girtin.

ENQERE

Platforma Jinan a Enqerê ji ber 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya Li Ser Jinê, li Qada Sakaryayê xwestin ku bimeşin lê belê polîsan meş asteng kirin. Jinan li ber xwe dan û di encamê de polîsan heft jin bi lêdanê hatin binçav kirin. Li Enqerê polîsan bi ser Partiya Şoreşger a Yekbûyî de girtin û di nav de ji desteya rêveberiyê û endamên meclîsa partiyê gelek kes hatin binçavkirin.

Hate gotin bi kêmanî 15 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hatine binçavkirin de endamê Desteya Rêveber a Navendî Evren Ergîn û Barbaros Çagdaş Balcî, Bûrcûgul Çûbûk, Turku Yilmaz, Paşa Mert Atlaş jî hene. Tê gotin ku di destê polîsan de lîsteyeke 25 kesan hene ku wê werin binçavkirin.

SÊRT

Ji Halkevlerî 5 kesên ku ji Stenbolê hatibû Şêrvan a Sêrtê hatin binçavkirin. Parêzer Ayşegul Çagatay, Ûfûk Işik, Ûgûr Toglûk, Denîz Can Dîl û Sezaî Demîrtaş li navenda bajêr hatin binçavkirin û ew birin şaxê TEM’ê. Endamên Halk Evlerî bi îdîaya ku ‘Li ser navê rêxistina terorê ya DHKP-C çalakî kirine û xebat kirine’ hatin binçavkirin. Endamên Halk Evlerî wê gundê madenê ku beriya bi 9 rojan cinayeta kar çêbûbû wê lêkolîn bikirana.

WAN

Li Erdîşê ya Wanê hevserê Hediye Ataman, Ahmet Ataman ku 18’ê Mijdarê li Taxa Çelebîoglû, di malê de ji hêla polîs û leşkeran ve bi saxî hatibû şewitandin, hatibû binçavkirin. Piştî 7 roja a binçavkirinê şevê dî Ahmet Ataman anîn Edlîyeya Mûşê. Dozgeriyê bi daxwaza ku were girtin şande Edlîyeyê. Edliyeyê jî bi hinceta ku ‘endamê rêxistinê ye’ girt û şande Girtîgeha Mûşê ya bi Tîpa E’yê.