Qedexeya li ser PKK’ê wê were nîqaşkirin

Qedexeya li ser PKK’ê ya ku ew ê di meha pêşiya me de têkeve sala 25’emîn, li ser wê ew ê konferansek were lidarxistin. Di 20’ê Cotmehê de gelek hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan wê tevlî konferansê bibin.

Qedexeya li ser PKK’ê ya ku di 26’ê Mijdara 1993’an de bi biryara hikûmeta Elmanyayê ya federal hatibû îlankirin, dikeve sala 25’emîn. Di 25 salan de bi sedan Kurd hatin girtin, cezayê pere û girtîgehê li wan hate birîn û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hate krîmînalîzekirin. Beşeke zêde heye ku diyar dikin ev qedexe xisarê dide demokrasiya Elmanyayê.

Di hefteya pêşiya me de ew ê konferansek li ser qedexekirina PKK’ê were lidarxistin û wê qala xisarên wê yên li ser gelê Kurd û demokrasiya Elmanyayê were kirin. Konferans bi sernavê ‘Qedexeya li ser PKK’ê ya 25 salan – Demokrasiya di bin xizmeta siyaseta derve ya Elmanyayê de ya 25 salan’ wê were lidarxistin. Konferans ew ê di 20’ê Cotmehê de ji destê sibehê heta êvarî bidome.

Konferans ji aliyê Komeleya Azadî ya ku ji bo siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê yên girtî têdikoşe, Komeleya Navneteweyî ya ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê (MAF-DAD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan (EJDM/ELDH), Rêveberiya Federal a Roten Hîlfe tê organîzekirin.

PISPOR EW Ê QALA XISARÊN QEDEXEYÊ BIKIN

Di konferansê de kesên ku li hemberî qedexeyê têdikoşin û pisporên hiqûqê ew ê werin ba hev. Konferans ew ê bi axaftina parêzerê siyasetmedarên ku di sala 1988’an de li Dusseldorfê hatibûn darizandin Edîth Lûnnebach, siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr û xebatkara Komeleya Azadiyê Monîka were destpêkirin û ew ê gelek kesên pispor wê biaxivin.

Di konferansê de ew ê li ser qedexeya li ser PKK’ê di çarçoveya têkoşîna hiqûqê ya di asta Yekîtiya Ewrûpayê de û welatên din de were nirxandin û wê pispor balê bikêşin ser siyaseta li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a di asta navneteweyî de.

Di konferansê de navên kesên baxivin: Parêzer Jan Fermon ê ku li Belçîkayê tevlî darizandinê dozê bû û biryara ‘PKK ne rêxistina terorê ye’ hatibû dayîn, parêzer Tamara Bûrûma ya ku di doza ‘Ji bo PKK ji nav lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewrûpayê’ derkeve parêzerî kir, parêzerê siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê Lûkas Theûne, Serokê Komeleya Parêzerên Komarparêz Dr. Peer Stolle, edîtorê kevn ê WDR’ê Jurgen Hoppe, parlementera eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr, Rêveberê Komîteya Demokrasî û Mafên Bingehîn Heîner Bûsch.

Konferans ew ê li avahiya ‘Karl-Lîebknecht-Haûsê’ were lidarxistin.