Qada Bakirkoyê bi rengê Newrozê dixemile
Bi hezaran kes berê ber bi Qada Bakirkoyê ve dimeşin ku wê bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin, dawî li tecrîdê bînin" Newroz lê were pîrozkirin.
Bi hezaran kes berê ber bi Qada Bakirkoyê ve dimeşin ku wê bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin, dawî li tecrîdê bînin" Newroz lê were pîrozkirin.
Bi hezaran kesên gihîştin qadê, piştî kontrolkirina qadê bi tilîlî û dirûşman derbasî nava qadê dibin. Girseya gel dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Leyla Guven rûmeta me ye" diqîre.
Piştî kontrola li sê nuqteyan, polîsên Tirk nehiştin ti pankart û dowîz derbasî nava qadê bibin. Ciwanekî ku wêneyê Zulkuf Gezen ê bi nivîsa "Zulkuf Gezen ez ê dawî li tecrîdê bînim" li xwe kiribû hate destgîrkirin.
Tevî astengiyan jî bi hezaran kes bi kincên gelêrî ketin nava qadê û qada Newrozê xemilandin. Ji 7 heta 70 salî bi hezaran kes li qadê li hev civiyane.
Li ser platforma dikê pankarta bi nivîsa "Newroz pîroz be" hate daliqandin. Qada pîrozbahiyê bi gelek alên kesk, sor û zer hate xemilandin. Girseya gel a li qadê li hev civiyaye govendê digerîne û dirûşmên "Bijî Serok Apo" diqîre.