Pûîgdemont : Ewropaya ku we pêşniyarî me kirî ev bû?

Serokwezîrê meşrû yê Katalonyayê ku derbarê wî biryara girtinê hate standin û li Belçîkayê li dijî bêdengiya Yekîtiya Ewropayê helwest nîşan da.

Pûîgdemont bi şaredarên Katalanî re li Brûkselê hate cem hev. Pûîgdemont ku bang li Komîsyona Ewropa û serokên Parlamentoya Ewropayê kirî got, ‘’Hûn ê alîkarî bidine darbeya dewletê ya Rojoy?’’

Serokwezîrê ku Madrîdê ew ji peywirê girtî wiha lê zêde kir, ‘’Hûn ê encamên dengên Katalanan qebûl bikin?’’
Pûîgdemont û 4 şêwirmendên wî yên wezîr ev heftiyekê li Belçîka li sirgûnê ne. Derbarê wan Ewropayê biryara girtinê da. 8 wezîrên hikûmeta Katalan jî ji hêla Spanyayê ve hatin girtin.

Nêzî 200 şaredarên Katalan destek dane Serokwezirê Katalan. Pûîgdemont û şaredar li cem saziyên Yekîtiya Ewropayê helwest nîşan dan.

Pûîgdemont bi bîr xist ku dest li ser hikûmet û parlamentoya Katalan danîne û got, ‘’Katalonya li Ewropayê tekene parçeya xakê ye ku kêmasiya demokratîk lê heye.’’

Pûîgdemont wiha domand: ‘’Birêz Jûncker û Tajanî Ewropaya ku hûn dixwazin bi wî welatî re ava bikin ev e, rêveberên wê hatin girtin? Ewropaya ku we pêşniyarî me kirî ev e?’’