Protestoyên TV 10 didomin: Dengê Elewiyan nayê bêdeng kirin

Xebatkarên televîzyona TV 10 a ku hatibû gitin, carekî din bi dirûşma “Dengê Elewiyan nayê bêdeng kirin” li Qada Galatasarayê daxuyanî da.

Çalakiya xebatkarên televîzyona TV 10 a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) de hate girtin ku bi dirûşma “Dengê Elewiyan nayê bêdeng kirin” di hefteya 8’emîn de li pêşiya Amadeyiya Galatasarayê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta “Dengê Elewiyan nayê bêdeng kirin” hate vekirin de, dirûşmên “Çapemeniya azada nayê bêdeng kirin” û “Dengê Elewiyan nayê bêdeng kirin” hatin qirkirin. Her wiha dowîzên bi nivîsa “Tembûr daxivin ne çek” jî hatin bilindkirin, Platforma Şaxê Komeleya Pîr Sûltan Ebdal a Stenbol û Endamên Rojnameya Dersimê û gelek kes jî piştgirî dan çalakiyê.

Serokê berê yê Komeleya Pîr Sûltan Ebdal Kemal Bulbûl di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ji bo piştgiriyê bidin televîzyona TV 10 a ku bê hiqûq û bê distûr hate girtin li vir kom bûne. “ Bulbul di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Xebatkarên TV 10 û alîgirên wan bi hefteyane ji bo têkoşîna xwe ya bi maf bigihîne gelan di nava çalakiyan de ne. TV 10 ji roja ku ketî weşanê heta niha di welat de çand û jiyana Elewî-Kizilbaş daye pêş û xebat daye meşandin, yek ji saziya ku bûye dengê Elewiyane. Girtina TV 10, tê wateya êrîşî civaka Elewiyan. Em vê qet qebûl nakin.”

Piştî çalakiyê û şûn de çalakî bi strandina hunermendên Elewiyan ve bi dawî bû.