Polîsên Elman xwe li pankarta ‘Xwe ragire Efrîn’ ranegirtin!

Polîsên Elman xwe li pankarta bi nivîsa ‘Xwe ragire Efrîn’ a li avahiyeke dîrokî ya li bajarokê Wndland ê eyaleta Saksonya Jêr a Elmanya ranedgirtin.

Li Gosthof Meûchefîtz a weke mala civînê tê nasîn beriya demekê pankarta ‘Xwe ragire Efrîn’ hatibû daliqandin. Di pankartê de hatibû gotin ku; “Hêzên Tirk bi çekên Elman li Rojava qetlîamê dike, Bijî YPG/YPJ’ê” hatibû nivîsîn.

Vê sibehê polîsên Elman di ser avahiyê de girtin. Bi sedan polîsên ku avêtin ser avahiyê li avahiyê zarokên biçûk jî di nav de nasnameyên hemûyan kontrol kirin, dîsa plakayên hemû wesayîtan tomar kirin.

Polîsên ku avêtin ser avahiyê pankart anîn xwar, hat diyarkirin di çarçoveya lêpirsîna dozgeriyê ya 2’yê Sibatê di derbarê xwediyên avahiyan de hatibû destpêkirin biryara lêgerînê hebû. Yekîneyên ewlekariya Elman di biryarê de hatibû diyarkirin ku îdîaya ku YPG û YPJ girêdana wan bi PKK’ê re hene, qedexekirina PKK’ê bal kişand.

Serdegirtin û helwesta yekîneyên ewlekariyê ya Elman ya kirîmînalîzekirina YPG/YPJ’ê îro wê di çalakiya li Qada Marktplatz a bajarê Luchow a saet 17:00’an bê lidarxistin wê bê protestokirin.