Polîsan sînemager Orhan revand û êşkence lê kir

Kesên xwe wek polîsên îstixbaratê dan naskirin sînemagerê Kurd Sûphî Orhan revandin û bi saetan êşkence lê kirin.

Sînemagerê Kurd Sûphî Orhan ê duh piştî ji Balafirgeha Adnan Menderes derket û agahî jê nedihat stendin, hat dîtin. Orhan, duh piştî saet di 08.30’î de hevalê xwe bir Balafirgeha Adnan Menderes, kesên xwe wek polîsên îstixbaratê pê dan naskirin, ew girt. Orhan, saet nêzî 02.00’yê şevê li rawestgeha Akçakoy a navçeya Menderesê hat berdan. Orhan, telefonê malbata xwe kir û da zanîn ku kesên xwe wek polîsên îstixbaratê pê dane naskirin, bi saetan êşkence lê kiriye, ji wê bi boneyê bi zorê diaxive û xwest ku parêzerên wî werin ce wî.

Orhan û parêzerên xwe bi hev re serî li Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) xistin. Parêzer wê giliyê êşkencekaran bikin.