Polîsan êrîşî Newroza Sûltangaziyê kirin

Polîsan êrîş bire ser Newroza ku dihatexwestin li Qada Cebecî ya li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê pîroz bikin, kirin. Li gorî agahiyên hatin girtin 8 ciwan hatin destgîrkirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê li Qada Cebecî ya Sûltangazî ya Stenbolê Newroz pîroz kirin. Bi hezarna kesên hatin ba hev li ser rênedana agirê, welatiyan cilên li ser xwe şewitandin û li ber govend gerandin. Hevserokê HDP’ê ya Stenbolê Cengîz Çîçek, namzetên şaredariya Sûltangaziyê Cevdet Konak û Aygul Sîncar Karataş û gelek rêveberên navçe û kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Zulkuf Gezen nemir e’ hatin qîrkirin.

Dema girseyê li ber agir govend digerandin polîsan dor li girseyê girtin û êrîş kirin. Li gorî agahiyên hatin girtin 8 ciwan hatine girtin, lê hejmara kesên hatine destgîrkirin dibe zêde bibe.

Nehate zanîn bê ka kesên hatine girtin birine kîjan qereqolê.