Polîsan êrîşî çalakiya “Hûn ne meşrû ne” kir

Polîsan li Kadikoyê êrîşî meşa “Hûn ne meşrû ne” kir a ku ji bo protestokirina Kongreya Awarte ya AKP’ê ya 3’emîn hatibû lidarxistin.

Meclîsên NA yê ên Stenbolê ji bo protestokirina Kongreya Awarte ya AKP’ê ya 3’emîn li Kadikoyê meşek lidarxistin û polîsan êrîşî meşê kirin. Ligel hemû astengiya gel heta Parka Mehmet Ayvalitaş meşiyan.

Bi sedan kes ji bo protestokirina Kongreya Awarte ya AKP’ê ya 3’emîn li ber Operaya Sureyyayê hatin gel hev. Hevserokê Kadikoyê yê HDP’ê Ercan Demîr û Serokê CHP’ê yê Kadikoyê Alî Narîn û xwendekarên lîseyê jî piştgirî dan çalakiyê.

Di meşê de polîsan bi gulleyên plastîk êrîşî gel kir û polîsan li Kolana Baran xortek darp kirin. Piştî êrîşî gel hatin ba hev û ligel hemû astengiyan heta Parka Mehmet Ayvalitaş bi sloganan meşiyan û li vê derê daxuyanî hat xwendin.

 

'LI HEMBERÎ REJÎMA YEKZILAMIYÊ EM TÊKOŞÎNÊ GEŞTIR BIKIN'

Li vê derê Şeyda Gumuşay li ser navê Meclîsên Nayê ya Stenbolê daxuyanî xwend û got, “Li hemberî rejîma yekzilamê em têkoşînê geştir bikin, em ji bo welatekî demokratîk Meclîsên Nayê xurttir bikin û em ji wan re bibêjin ‘Hûn ne meşrû ne.”