Platforma Rojnamevanan a JI bo Demokrasiyê peyama piştevaniyê da

Platforma Rojnamevanan a Ji bo Demorkrasiyê Li Kurdistan û Tirkiyê, destgîrkirina 22 kesan ku 20 ji wan rojnamgerin şermezar kir û xwest ku rojnamger bên berdan.

Platforma Rojnamevanan a Ji bo Demokrasiyê li Kurdistan û Tirkiyê, bi daxuyaniyek nivîskî destgîrkirina 22 kesan yên di operasyona Amedê de ku 20 ji wan rojnamevan bûn, şermezar kir.

Platforma ku bi armanca piştevaniya rojnamevanên li Kurdistan û Tirkiyê hatî avakirin, ji bo rojnamevanên destgîrkirî peyama piştevaniyê da.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: “Hedefgirtina bênavber a rojnamevanên Kurd, lewaziya rêveberiya otorîter a Tirkiyê ku ji rastiyan ditirse, carek din raxiste ber çavan. Dema ku Erdogan hewl dide dengên dijber û muxalefetê bêdeng bike, rojnamevanên ku ji bo bi wêrekî rastiyê ragihînin dixebitin tên hedefgirtin. Xebatên rojnamevanên navneteweyî wek Ajansa Mezopotamya, Jinnews û saziyên din ên çapemeniya Kurd, di asta kêrhatiyekî ya li dijî derketina medyayên ku di bin fermana Erdogan de ne.”

Di berdewamiya daxuyaniya ku banga berdana rojnamevanan hat kirin de ev xal hatin destnîşankirin: “Ji ber ku me hewce dît ku em saziyên xwe yên ku bêyî fonên DYE û Weqfa Neteweyî ya Demokrasiyê kar bikin damezrînin, me ev platform ava kir. Rojnamevanên Ji bo Demokrasiyê Li Tirkiye û Kurdistanê, bi lez banga berdana hemû rojnamevanên destgîrkirî yên di girtîgehên Erdogan de tên girtin û hemû girtiyên siyasî dike. Her wiha em dixebitin ku rojnamevanên li çar aliyên cîhanê tevlî bernameya me ya rojnamevantiya xwişk û bira bibin û li dijî zextên li ser azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê dengên xwe bilind bikin. Platforma me bawer dike ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan divê wekî tawanbarek ê şer li Laheyê bê darizandin û divê hemû hikûmetên alîgirên azadî û demokrasiyê bê şert û merc Tirkiyê di arenaya navneteweyî de bi tenê bihêlin. Her wiha bang dikin ku divê hemû firotinên çekan ji Tirkiyê re bidin sekinandin û ji bo vê jî divê bi lez çalakî bên lidarxistin.”