BI DÎMEN

Piştî 10 salan gora komî ya Kora Elo Enter hate vekirin

Gora Kora Elo Enter yek ji mezintirîn gora komî ya li Telaferê ye. Îro bi amadebûna Nûnerê Serokwezîrê Iraqê, saziyên pêwendîdar ên fermî, malbatên Êzidî û Şîa yên qurbaniyan bi awayeke fermî dest bi kolandina gorê hate kirin.

GORA KORA ELO ENTER

Dema havîna 2014’an DAÎŞ’ê li Iraqê dest bi êrîşên dagirkirinê kir, li gelek deveran komkujî pêk anîn û li pey xwe bi sedan gorên komî hiştin. Bi taybet piştî ku parêzgeha Mûsilê kete destê DAÎŞ’ê, ji Telaferê heya Şengalê komkujiyên mezin li dijî Şîayên Telaferê û Êzidiyên Şengalê hate kirin.

Yek ji komkujiyên herî mezin ê wê demê, li Kora Elo Enter a li nahiya Îyadiyê ya bi ser Telaferê ve hate kirin. Bi hezaran Êzidiyên Şengalê û Şîayên Telaferê li vê derê bi komî hatin qetilkirin û hatin binaxkirin. Li gor agahiyên ber dest û şahidên vê komkujiyê, derdora 1500-2000 cenaze di vê gora komî de hatine veşartin. Ev 10 sal in ku malbatên wendayiyan li benda vekirina vî cihî bûn.

Îro bi çavdêriya Daîreya Vekirin û Parastina Gorên Komî û saziya UNITAD’ê, dest bi vekirina gora komî ya Kora Elo Enter hate kirin. Nûnerê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Dr. Zêdan Xelef jî tevî Qeymeqamê Telaferê tevlî vekirina gorê komî bûn û bi awayeke fermî dest bi kolandinê hate kirin. Nûnerê Serokwezîrê Iraqê, Dr. Zêdan Xelek di peyama xwe de da zanîn ku wê ji bo bîranîna şehîdên fermanê li Kora Elo Enter bîrdariyek were çêkirin. 

Bi dehan malbatên Êzidî ji Şengalê berê xwe dan Telaferê û her wiha malbatên Şîa yên ji Telaferê jî di destpêka vekirina gorê komî de amade bûn.

WÊ KOLANDINA GORÊ KOMÎ 3-4 MEHAN BERDEWAM BIKE 

Kora Elo Enter nêzî 15 metre kûr e û ji ber lehî, ba û baranê 10 salan piraniya wê hilweşiyaye. Her wiha gelek dûpişk û mar di gorê de hene. Ji ber vê rewşê komên kolandinê zehmetî di karê xwe de dibînin. Tê payîn ku vekirina vê gorê di navbera 3-4 mehan berdewam bike.