Piştgiriya ji bo Sezen Aksû zêde dibe

Ji qada çand, huner û medyayê 217 kesî piştgirî dan hunermend Sezen Aksû, ku desthilatdariyê gefê lê xwar.

Hunermend Sezen Aksû ji ber strana xwe ya bi navê "Şahane bir şey yaşamak" (Jiyîna tiştekî şahane) piştî 5 salan bû hedef û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi xwe gef lê xwar. Erdogan ji bo Sezen Aksû got, "Em ê zimanê wê jê bikin" û gef lê xwar.

Sezen Aksû jî bi helbesta "Avci" (Nêçirvan) bersiv da gefên desthilatdariyê û alîgirên wê. Ev helbest jî di demeke kurt de Kurdî jî di nav de bi dehan zimanî hate wergerandin.

Latîfe Tekîn, Nûr Surer, Pinar Aydinlar, Elîf Şafak, Ece Temelkûran, Bîrhan Keskîn û Sema Kaygûsûz jî di nav de 217 kesî bi metneke hevpar piştgirî dan Sezen Aksû.

Piştevanan gotin, "Em hunermend, ji bo parastina zimanên li ser vê xakê em têkoşiyan û ji niha û pê ve jî em ê bi heman biryardariyê têbikoşin. Sezen Aksû jî wê ti carî bi tenê nemeşe û ji me wê yek jî kêm nebe."

Di metna piştevaniyê de hate gotin, "Em bi nerazîbûneke mezin li gotinên Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan temaşe dikin, ku Sezen Aksû kir hedef û azadiya fikrî binpê dike. Sezen Aksû 47 sal in dinivîsîne, distirê û bi dehan stran li danheviya çandî ya vê xakê zêde kiriye. Lewma em li dijî van êrişên li dijî Sezen Aksû ne. Em welatekî welê naxwazin ku azadiya fikrî ya Aksû lê tê astengkirin û gefa 'jêkirina ziman' lê tê xwarin. Em bi hev re radigihînin ku li dijî vê êrişê bi hev re ne û piştevaniya hev dikin.

Zimanê ku tê xwestin 'bê jêkirin' zimanê ji gelên qedîm ên Anatoliyê ye. Zimanê Pîr Sûltan, Yûnûs Emre, Karacaoglan, Koroglû, Aşik Veysel, Sînem Baci, bi kurtasî zimanê xemgînî, kêfxweşiya me ye ku bi hezaran salan me temsîl dike."