BI DÎMEN

Pîrozbahiyên Newrozê li Îlamê berdewam dike

Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê dom dikin. Doh li navçeya Erkewazî ya Îlamê bi awayeke girseyî hat pîrozkirin.

NEWROZ

Newroza îsal li Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû zextên dewleta Îranê bi rengekî bi coş hat pîrozkirin. Mohra xwe ya taybet li hemû pîrozbahiyên Newroza li Kurdistanê da.

Ew çend rojin li navçeyên bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê tê dadan û gel bi merasîmên bi heybet û bi gowend û cil û bergên xwe yên rengîn û balkêş pîrozbahiyan lidar dixin.

Doh li gundê Mûrtî ya navçeya Erkewazî ya bajarê Îlamê bi sedan welatî agirê Newrozê geş kir û bi coşeke mezin Newroz pîroz kir.

Her wiha pêr jî li çoltera Qelaqîran û Manîşt ên Îlamê jî bi tevlîbûna bi sedan welatiyan Newroz bi coş hat pîrozkirin.