Pekoz: Aştî bi Ocalan re dikare pêk were

Parlementerê HDP’ê Kemal Pekoz diyar kir heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de be, wê çareserî û aştî pêk neyê.

Parlementerê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz diyar kir ku hikumeta AKP û MHP’ê jî dizanin ku wekî her mirovan mafê Ocalan jî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re bicive.

Parêzerên Ocalan, Mazlûm Dînç, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ji bo ku karibin bi muwekîlên xwe re bicivin roja borî cara 14’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê ,18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxê de bi muwekîlên re civiyabûn. Piştî hevdîtina di 7’ê Tebaxê de heta niha bersiva serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê nayê dayîn. Serlêdana malbatan jî bi hinceta cezayê dîsîplînê yê sê mehan tê redkirin.

Parlementerê HDP’ê Kemal Pekoz ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku bi grevên birçîbûnê re tecrîd hatibû şikandin lê piştî ku hikumetê nekarî ji bo dengên Kurdan îstîsmar bike, dîsa tecrîd daye destpêkirin. Pekoz got ku “ Ne rast e ku mirov bibêje bi tenê li ser Ocalan tecrîd heye. Gelek encamên tecrîdê hene. Li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê mirov dikare van encaman bibîne. Dema ku rêzdar Ocalan peyam dan, li Tirkiyeyê alozî kêmtir dibû. Ev jî di warê aborî û civakî de aramiyek ava dikir. Lê rêya ku AKP û MHP’ê dane ber xwe ne ji bo avakirina aramiya civakê ye.”

Pekoz diyar kir ku heke gav werin avêtin û sozên hatine dayîn werin bicihanîn wê aramiyeke mezin pêk were û got ku “Desthilatdarî hingî sûcên wan hene û tiştên bêqanûnî kirine, heke siberoj ji desthilatdariyê bikevin ew ji me bêtir dizanin wê rîskên çawa werin pêş wan. Ji ber vê jî vê hesapdayînê taloq dikin.”

Parlementerê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz diyar kir ku hikumeta AKP û MHP’ê jî dizanin ku wekî her mirovan mafê Ocalan jî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re bicive. Pekoz got ku “Rêzdar Ocalan ne girtiyekî normal e. Bandora wî li ser Ewropa, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê heye. Bêyî Ocalan ne aştî tê û ne jî aramî pêk nayê. Divê zemînek were avakirin ku ew karibe têkiliyê bi gel re deyne. Bi rakirina tecrîdê û Ocalan karibe bi malbat  û parêzerên xwe re bicive wê ev zemîn pêk were.”