Eniya Şoreşger têkildarî serketina HDP’ê ya di hilbijartina 7’ê Hezîranê de daxuyaniyek weşand. Eniya Şoreşger di serî de gelê Kurd ê azadîxwaz, tevayî gelên Tirkiyeyê yên afirînerên pêngava demokratîk, welatparêz û demokratên şoreşger pîroz kir.
Eniya Şoreşger têkildarî serketina HDP’ê ya di hilbijartina 7’ê Hezîranê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Eniya Şoreşger di serî de gelê Kurd ê azadîxwaz, tevayî gelên Tirkiyeyê yên afirînerên pêngava demokratîk, welatparêz û demokratên şoreşger bi wesîleya serketina di hilbijartinê de pîroz kir.
Eniya Şoreşger got, “Paşverûtiya AKP-RTE jixwe ji Hezîrana Gezî ve dawiya xwe dîtibû. Lewma heta niha timî di sorkirina şer de bi israr bû. Wek merheleya wê ya dawî di pêvajoya hilbijartinê de li hember HDP’e bi sedan êrîşên provokatîf pêk hatin. Ev êrîş aşkera ji bo sabotekirina hilbijartinan û eger pêwîst bike taloqkirina hilbijartinan bû. Herî zêde jî armanç dikir ku hilbijêrên Kurd ên demokratîk bêdeng bike. Lê belê li hember ruhê şoeşgerî yê Tevgera Azadiyê ya Kurd bi şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê bilind kiribû ev hewldan vala derketin.”