Partiya Sosyalîst a Ewropa li Amedê hevditin kirin

Delegasyona di pêşengtiya Serokê Partiya Sosyalîst a Ewropayê (PES) Sergeî Stanîshew de hate Amedê û li Şaredariya Mezin hevdîtina piştgiriyê bi DBP, HDP, KJA, KCD re pêk anî.

Deklerasyona ji 5 endamên perlementerên sosyalîst ku di pêşengtiya Serokê Partiya Sosyalîst a Ewropa (PES) Sergeî Stanîshew de pêk tê, hatin amedê û hevdîtin pêk anîn. Di deklerasyonê de Alîkarê Hevserokê Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozxoy pêr çû. Heyeta Eworpa bi rêzê ve Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Sebahat Tûncel û Kamûran Yuksek, Kongreya Jinên Azad (KJA), Hevseroka KCD Leyla Guven û bi Waltiyê Amedê Huseyîn Aksoy re hevdîtin kirin. Destpêkê deklerasyonê li Şerdariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin hevdîtin kir. Di ziyareta li şaredariyê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salhattîn Demîrtaş û parlemeterên HDP’ê beşdar bûn. piştî hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hate kirin û şûn de, deklerasyon derbazî Şaredariya Peyasê bû.

Deklerasyon li vir ji aliyê hevserok Tuncel û Yukske ve hatin pêşwazî kirin. Serokê PES’ê Sergeî Stanîshew ê ku li vir axivî wiha got: “Weke partî hûn di demekî pir zirav û hesas re derbaz dibin. Li ser we gelek zext tên meşandin. Gelek îxlalên mafên mirovan tên meşandin. Ji bo piştgiriya berxwedana we ya li dijî van hemû êrîşan em li vir amade bûne. Ji bo me mafê mirovan, azadiyar derbirînê û pêşketina demokrasiya herêmî pir girîng e. Niha pêkanîna van li Tirkiyeyê pir zor xuya dike.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel jî diyar kir ku ji ber xebatên partiyê di sala dawî de 2 hezar û 500 endamên partiya wan hatine girtin, 23 hevserokên patiyan girtî ne, jib o 29 şaredariyan jî qeyûm hate wezîfedarkirin. Li Tirkiyeyê ji hemû pêkhate û beşên din zêdetir zext li ser gelê Kurd ê ku li dijî êrîşan berxwedanê dikin tê meşandin. Tûncel wiha got: “Divê dostên me yên Eworopî ne tenê ji bo me, ji bo nirxên xwe yên mirovahiyê, ji bo azadiya çapemeniyê li dijî vê têkoşînê bidin meşandin. Em dixwazin dostên me li dijî êrîşên li ser Kurdan hê xurtir têkoşînê bidin meşandin .

‘AKP’Ê LI DIJÎ HEMÛ KURDAN ŞER DAYE DESTPÊKIRIN’

Kamûran Yuksek jî diyar kir ku li Tirkiyeyê rewşekî neasayî tê jiyîn, ev rewşa ne asayî li gel êrîş û zextan li ser gelê Kurd tê meşandin. Yukesk da zanîn ku hikûmeta AKP’ê bi biryarên KHK’ê ajan, televîzyon û rojname dide girtin û wiha anî ziman: “Di demê dawî de ev êrîş û zext di bin navê ‘Terorê’ de li ser Kurdan tê meşandin. Me hemû endamên partiyan weke endamên çekdar ên terorê didin nîşandan. Ev derewekî pir mezin û bê bingehin. Jiber ku em AKP’ê rexne dikin, ya hê rastir ji ber ku em Kurd in rastî her cûre êrîş û zextan tên. Niha AKP di rewşekî wisa de ye li dijî hemû Kurdan şer daye destpêkirin.”

 ‘ME DIYAR KIR KU GAV BI GAV TIRKIYE BER BI DIKTATORIYÊ VE DIÇE’

Endama Parlementoya Ewropayê Arne LKîetz jî wiha got: “Me silavên dostên Ewropî ji were aniye. Me di hevdîtinên xwe yên di meha Gulanê de diyar kir ku Tirkiye gav bi gav ber bi diktatoriyê ve diçe. Ti Tirkiye xebatên terorê hatiye berfirehkirin.

‘HÛN NE BI TENÊ NE’

Piştre heyet derbazî KJA’yê bû. Heyet li vir ji aliyê Rêveberên KJA’yê Ceylan Bagriyanik, Fatma Kaşan û Yuksel Baran ve hatin pêşwazîkirin. Di destpêkê de li vir serokê PES’ê SErgîe Stanîshev axivî û wiha anî ziman: “Em baş dizanin tevgera me di aliyê mijra siyasetkirina jinê de gele serkeftin bi dest xistiye. Welatên herî pêşketî de di vî warî de hê jî astengiyan dikişîne. Em ji zextên ku li ser KJA’yê tê kirin agadarin. Ez dixwazim bînim ziman ku hûn ne bitenê ne. Em ji bûyerên ku li Tirkiyeyê tên jiyîn bi fikarin. Bi taybet di îxlalkirinên mafê mirovan de.

Parlementera Jin Marîe Rose Kore jî wiha axivî: “Vîna ku jin li dijî van hemû êrîş û zextan raber dike pir girîng e. Têkoşîna ku jina Kurd dide meşandin li tevahî cîhanê tê zanîn. Pêkanîna hevserokatiyê ya ku we pêş xistî pir girîng e. Di vê mijarê de ji bo em sûdê ji tecrûbeyên we bigirin em ê we daxwazî Kongreya Partiya Sosyalîst a Ewropa ku di meha Mijdarê de bê lidar xistin bikin.

 ‘DIVÊ EWROPA LI HEMBER TECRÎDA LI SER OCALAN TEWIR BIGIRE’

Endamê Heyeta Îmralî û KJA’yê Ceylan Bagiryanik jî îşaret da tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tecrîd dibe sedemê şer li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kûrtir bibe. Bagiryanik wiha got: “Parêzvanê Aştiyê Rêberê Polîtîk yê gelê Kurd di bin tecrîdekî girankirî de ye, ev yek weke jin em qebûl nakin. Em daxwaz dikin ku Ewropa divê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan tewir dane. Em wekî Kurd daxwaza azadiya Ocalan û statuya gelê kurd dikin. Di vê mijarê de em piştgiriyê ji we dazwaz dikin.

‘ÊDÎ KURD NAXWAZIN BÊ STATÛ BIJÎN’

Endamên Deklerasyonê piştî ku ji KJA’yê veqetiyan û şûn de derbazî KCD bûn. Deklerasyon ji aliyê Hevseroka KCD Leyala Guven ve hate pêşwazî kirin. Li ser navê deklerasyonê Serokê PES’ê Sergîe Stanîshev axivî û wiha anî ziman: “Em weke Sosyalîstên li Ewropa di nava dostên me yên li Tirkiyê de HDP û CHP heye. Heyîna me ya li vir destekirina we ye.

Hevseroka KCD Guven jî wiha axivî: “Saziya hemû saziyên li Kurdistanê KCD di demên dawî de dixwazin terrorize bikin. Niha Hevşeredarên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli bi endamtiya KCD tê sûcdarkirin. Êdî Kurd naxwazin bê statû bijîn. Me çi qezeç kiribe bi berxwedanê qezençkiriye. Ji niha û şûn de jî em ê li ber xwe bidin.”

Piştî ziyareta li KCD û şûn de deklerasyon derbazî Walîtiya Amedê bû, xebatên xwe yên li Amedê temam kirin û derbasî Enqerê bûn.

 

...